Asayişa Rojava derbarê şerê li Qamişlo daxuyanî da

.

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku çekdarên Berevaniya Niştîmanî ango “Dîfaa Wetenî” yên girêdayî hikûmeta Sûriyê dixwazin aramiya herêmê têk bibin.

Asayişa Rêveberiya Xweser derbarê şerê doh şev ê li taxa Hilko yê bajarê Qamişlo daxuyaniyek derxist û tê de ragihand, ku çekdarên Berevaniya Niştîmanî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyê êrîşî rêbendeke asayişê li wê taxê kirin û gule berdan endamên wê rêbendê.

Asayişê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ku hêzên wan bersiva wê êrîşê dan û di encamê de şer û pevçûn derketin.

Herweha eşkere kir, hêzên Rûsyayê bi hemahengî ligel ofîsa pêwendiyên a hêzên wan hewla aramkirina rewşê dan û hêzên Rûsya soz dan ku careke din milîsên berevaniya niştîmanî êrîş nekin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mîlîsên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta Sûriyê êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên me li taxa Helko ya Qamişlo kirin û gul li me reşandin. Li ser wê yekê di navbera hêzên me û mîlîsên Dîfaa Wetenî de şer derket. Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da û nuqteyên xwe parastin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em piştrast dikin ku kiryarên bi vê rengî, têkbirina aramiya herêmê armanc dikin. Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”

Li gorî çavkaniyekê ji nav hêza ser bi hikûmeta Sûriyê ku ji Rûdawê re ragihand 2 endamên grûpa ser bi hikûmetê birîndar bûn.
 

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir