Asayîşa Rêveberiya Xweser 5 girtiyên ENKSyê berdan

.

Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 5 girtiyên ENKSyê serbest berdan.

Endamên ENKSyê Bêrîvan Êsmaîl, Fewaz Salih Benko, Ebdulrehman Mihemed Şeng, Xalid Mîrzo û Bengîn Birîndar hezîran îsal ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin.

Ew girtiyên Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) serbest hatin berdan.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Fewaz Benko ne baş e.

6 endamên ENKSyê hîn jî girtî ne

Serokê ENKSyê Silêman Oso jî ji Rûdawê re got ku  endamên ENKS Rakan Ehmed, Merwan Liyanî, Hesam Dorsin, Ehmed Sofî, Fethî Serhan û Remedan Mihemed Hacî heta niha nehatine berdan.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê girtiyan de axivî.

Feysel Yûsif ji Rêveberiya Xweser xwest ku 6 endamên din ên ENKSyê bêne berdan.

Bi gotina Feysel Yûsif endamên wan ên hatine girtin tenê karên siyasî kirine.

Li aliyê din li ser sedema girtina wan Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî nedaye.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê