Artêşa Tirkiyeyê gundên Zirganê topbaran kirin

.

zên Tirkiyeyê û grûpên çekdar herêma navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zirganê yê li bakurrojhilatê Hesekê topbaran kir.

Gundên Enîq El Hewa û Xirbetê Şiîrê yên Zirganê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.

Di encamê de rêya Til Bêderê hate girtin, êdî çûn û hatin bi wê herêmê re nema.

Nivîskarê Kurd Amir Faris ji Rûdawê re got ku ji êvara roja şemiyê ve, HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, li baregeha Qesrikê rahênana leşkerî ya hevbeş dikirin.

Bi gotina Amir Faris, piştî 7 mehan ji rawestandina êrişan, careke din li navçeya Serê Kaniyê, Til Temir û Zirgan, topbaran çêbû.

Ji aliyê xwe ve jî HSDyê bi topên hawinê bersiva wan êrişa didin.

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê