Artêşa Tirkiyeyê çend cih li Qamişlo û Dêrikê kirin armanc

.

Artêşa Tirkiyeyê çend cih û xalên li bajarên Qamişlo û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

Medyaya xwecihî belav kir, artêşa Tirkiyeyê îro 26ê Cotmehê 3 caran li navendeke Erkê Xweparastinê li taxa Meyselon a Qamişlo da.

Hat ragihandin jî, artêşa Tirkiyeyê kargeha mast û penêr û karaceke çakkirina otomobîlan li bajarê Dêrikê bombebaran kirin.

Heta niha ti zanyarî li ser ziyanên canî û madî yên van êrîşên Tirkiyeyê nehatine zanîn.

Tirkiyeyê di çend rojên borên borî de êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê tundtir kiriye û li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, Tirkiyeyê di 48 demjimêrên borî de 28 cih û xal kirine armanc, tê de nêzîkî 17 kesan hatine kuştin û 56 kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in