Artêşa Tirkîye û çekdarên opozisyonê ji Nêrebê vekişîyan

Artêşa Tirkîyê û Çekdarên Opozisyona Sûrîyê ji bajarokê Nêreb yê Idlibê vekişîyan.

Navenda Nûçeyan - Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûrîyê, piştî çend demjimêran ji derbasbûna artêşa Tirkîyê û çekdarên Opozsîyonê ji bajarokê Nêreb yê Idlibê re, ji wî bajarokî vekişîyan û artêşa Sûrîyê carek din ew bajarok kontrol kir.

Piştî şerekî tund, Çekdarên Opozisîyonê û artêşa Tirkîyê derbasî bajarokê Nêreb bû bûn.

Di dema Operasyona bi ser Nêreb de, şer di navbeyna Hêzên Rûsya -Sûrîye, Tirkîye û çekdarên opozisyonê de rû da bû. Tirkîye ragihandibû, ku 2 serbazên wê hatine kuştin, 5 jî brîndar in.

 

Siyaset Haberleri

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne