Artêşa Tirkîyê Til Rifet topbaran kir: Piranîya wan zarok 19 qurbanî

Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bajarokê Til Rifetê li kantona Şehbayê toparan kir û di encama wê topbaranê de piranîya wan zarok hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.

Navenda Nûçeyan- Li gor medya xwecihî, îro artêşa Tirkîyê û grupên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve, bajarokê Til Rifetê ku li bakurê Helebê ye û dikeve nav herêma Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Herwiha li gor medya xwecihî di encama wê topbaranê de beşek ji wan zarok 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Li gor wan zanyarîyên hatine belavkirin herêmên xelkê sivîl bûne armanca êrişan û jibilî qurbanîbûna sivîlan, zîyaneke zêde gihiştîye mal û milkê xelkê

Bajarokê Til Rifatê ku di bin kontrola şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye bi berdewamî ji alîyê topxaneya Tirkîyê û çekdarên ser bi Tirkîyê ve li Ezaz û Efrînê, tê topbarankirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist