Artêşa Tirkîyê rêya M-4 û du gundên Rojava topbaran kirin

Topxaneya artêşa Tirkîyê şeva bihorî çend cih li derdora rêya M-4 topbaran kirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkîyê derdora herdu gundên Dibis û Hoşan li ser rêya M-4 topbaran kirine.

Li gor heman çavkanîyan, topxaneya Tirkîyê wêzgeha el-Seqir jî li ser rîya M-4 li bakurê rojavayê bajarokê Eyn Îsa topbaran kirine.

Li gor rêkeftina Rûsya û Tirkîyê, rêya M-4 di jêr çavdêrîya hevbeş a hêzên herdu welatan de ye, lê heta niha ew rê aram nebûye û car bi car ji alîyê hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê ve rastî topbaranê tê.

Di dema êrîşa Cotmeha sala bihorî ya Tirkîyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê, beşek ji wê rêya stratejîk ketibû bin kontrola komên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve, lê piştî derbasbûna hêzên Rûsyayê bo navçeyên di bin kontrola Rêveberîya Xweser de û piştre rêkeftina navbera Moskow û Enqerê, ew komên çekdar ber bi bakurê rê ve vekişîyabûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist