Artêşa Tirkiyê hin hêzên din jî şande Idlibê

Karwaneke leşkeri ya Artêşa Tirkiyê ku ji tîmên komando pêk hatibû, bi hejmareke zêde ya otomobîlên zerîpoş, berê xwe dane Idlibê.


Artêşa Tirkiyê hin  hêzên din jî şande Idlibê

Karwaneke leşkeri ya  Artêşa Tirkiyê ku ji tîmên komando pêk hatibû, bi hejmareke zêde ya otomobîlên zerîpoş, berê xwe dane Idlibê.


Li gor agahiyan, roja pêncşemê hejmarek otomobîlên leşkerî  û tîmên komandoyên Artêşa Tirkiyê, ji navçeyên cuda yên wî welatî, gihîştin herdû bajarokên Kirikhan û Hassa yên girêdayî  Hatayê ve.

 
Karwana leşkerî, piştre berê xwe da Idlibê û dê li navçeyan bêne bi cîh kirin. Ev karwan dê li xala hejmar 10 a çavdêriyê ya Tirkiyê bê bi cîh kirin ku dikeve navçeya Zawîye li gundewarên Hema û başûrê Idlibê.


 Çûna vê hêzê di heman demî  de ye ku van rojên dawiyê, hêzên Sûriyê êrîşên xwe yên li  ser wê navçeyê zêde kirine.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist