Artêşa Tirkîyê Girê Spî û Serê Kanîyê bombebaran dike

Di sêyemîn roja êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, artêşa Tirkîyê îro ji sere sibê ve topbarana herdu bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê dest pê kir.

 

Navenda Nûçeyan- Ji şeva bihorî ve êrîşên artêşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kêm bibû û topbaran hatibû rawestandin, lê belê ji îro serê sibê ve artêşa Tirkîyê careke din dest bi topbarankirina Girê Spî û Serê Kanîyê kirin.

Li alîyekê din, di encama êrîşa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de, li gor zanyarîyên medyayî, heta niha 10 sivîlan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Duh êvarê di encama topbarankirina navenda bajarê Qamişloyê de, zarokekî 12 salî yê bi navê Mihemed Yûsif Hisên jîyana xwe ji dest da û zarokeka 8 salî ya bi navê Sare Mihemed Hisên, pîrejineke 60 salî û kesekî din ê 35 salî ku navê wî Ehmed Ebdullah bûye, bi giranî birîndar bûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist