Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiyê li bajarên Mêrdîn, Şirnex û Batmanê li dijî gerîlayên PKKyê dest bi operasyoneke nû kir.

Arteşa Tirkiyê li bajarên Mêrdîn, Şirnex û Batmanê li dijî gerîlayên PKKyê dest bi operasyoneke nû kir.

Artêşa Tirkiyê diyar kir, navê operasyona nû ya artêşa Tirkiyê “Kiran 2” ye û li dorûbera gundên Batman, Şirnex û Mêrdînê bi rê ve diçe.

Armanca operasyonê tinekirina şikeft û stargehên gerîlayên PKKê ne û 117 tîmên leşkerî beşdarî di operasyonê de dikin.

Arteşa Tirkiyê di 19ê Tebaxê de jî li bajarên wekî Wan, Şirnex û Colemêrgê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke bi navê “Kiran 1” kiribû. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist