Artêşa Tirkîyê çekên giran dişîne ser sînorê Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê li ser şandina tank û topan bo ser sînorê Sûrîyê berdewam e. Şeva derbasbûyî karwaneke din a leşkerî ku ji tank, top û otomobîlên zirhî pêk dihat di qezaya Îslahîye ya Dîlokê re derbas bû û ber bi sînorê Sûrîyê ve ket rê.

Navenda Nûçeyan- Di van rojên dawî de şandina hêza leşkerî û tank û top û alavên din leşkerî ji alîyê artêşa Tirkîyê ve bo ser sînor û nav axa Sûrîyê zêde bûye.

Herî dawî nêzîkî 10 barhilgirên ku tank û top hilgirtibûn ji qezaya Îslahîyeyê derketin û ber bi qezaya Reyhanlî ya Hatayê ve ketin rê ku hevsînor e ligel Sûrîyê.

Ew karwanê leşkerî ku ji tank û top û otomobîlên zirhî pêk tê wek hêza piştrvanîyê bo yekîneyên leşkerî yên Tirkîyê yên li nav axa Sûrîyê tên şandin.

Şandina hêza zêde ya leşkerî ji alîyî Tirkîyê ve bo nav axa Sûrîyê di demekê de ye ku duh Duşemê 3ê Sibatê hêzên Tirkîyê li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyê ketibûn ber topbarana hêzên Sûrîyê û di encam de 8 kes ji hêzên Tirkîyê hatibûn kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Li alîyekê din, zêdekirina hejmara leşkeran û çekên giran û bihêzkirina pêgehên xwe li nav sînorê Idlibê ji alîyê Tirkîyê ve di demekê de ye, ku artêşa hikûmeta Sûrîyê êrîşeke berfireh bo kontrolkirina tevahîya parêzgeha Idlibê daye destpêkirin û heta niha bajarê Meiret el-Numan û bajarokê Xan Tûmanê û bi dehan gundên derdora wan deveran kontrol kirîye.

Artêşa Sûrîyê ku balafirên şer ên Rûsyayê û milîsên ser bi Îranê ve piştgirîya operasyona wê ya li ser Idlibê dikin, niha hewla kontrolkirina bajarê Seraqib dide û tenê 2 kîlometran ji navenda vî bajarî dûr e. 

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da