Artêşa Tirk, zêdetir hêz û alavên serbazî şandin ser sînorê Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê, karwaneke din ya serbazî şand bajarê Hatayê, ser sînorê Sûrîyê. Karwana serbazî ku ji gelek zirîpoş û hêzên komandoyê pêkdihat gihişt navçeyên ser sînorê.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan hêzên hatine şandin, dê derbasî Îdlibê bibin.

Berîya du rojan li Îdlibê, di encamê teqînekê de serbazekî Artêşa Tirk hatibû kuştin. Çekdarên dijbereya Sûrîyê, ji gerên çavdêrîyên hevbeş yên Tirkîye û Rûsyayê ne razî ne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist