Artêşa Sûrîyê berê xwe dide Erîhayê

Firokeyên Rûsya û hikûmeta Sûrîyê bi dijwarî bajarê Erîhayê li başûrê rojavayê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin, li gor Kumsipîyan di encam de 10 sivîlan canê xwe ji dest dan û herwiha nexweşxaneya bajar jî ji kar ket.

Navenda Nûçeyan- Ebdulkerîm, endamê kumsipîyan, radigihîne, “Şeva derbasbûyî firokeyên şer Erîha bi rêya sê êrîşên ezmanî kirin armanc, di encam de nexweşxaneya Şamî li taxa Meydan ji kar ket, û çend karmend birîndar bûn, herwiha tax bi tevahî wêran bû. Me karmendên kumsipî veguhestin nexweşxaneyê, gelek birîndar hene, heta niha 10 kes hatine kuştin û bi dehan jî kes birîndar bûne.”

Gelek koçberên Şama paytext jî li bajarê Erîhayê dimînin, di encama vê êrîşê de hinek ji wan bûn qurbanî. Herwiha bi gotina kumsipîyan gelek kes li ser rêya revê hatin kuştin.

Ebû Umer, koçberê Şamê, dibêje, “Ez li derveyî mala xwe bûm ligel cîranekî xwe, me xwe ji ber mûşekekê veşart, piştre em derketin daku alîkarîya xelkê bikin, cardî em hatin bombebarankirin, ez birîndar bûm û cîranê min hat kuştin, û kesekî din rewşa wî li nexweşxaneyê zêde xerab e, dibe ku bemire, ji ber nêzîka yek kîlo xwîn ji dest da.”

Ji alîyê xwe ve, Rêveberîya Tendirustî ya Idlibê ragihand, ku piştî armanckirina nexweşxaneya Şamî li Erîhayê ji alîyê firokeyên Rûsyayê ve, niha ti navendek tendirustî li başûrê parêzgeha Idlibê saxlem nemaye, herwiha tekez kir, ku ji ber zêdebûna derbideran ber bi bakurê Idlibê ve, niha rewşa tendirustî ya xelkê li jêr guşarek mezin de ye.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir
Cano Amedî: Yasaya Çarçoveyî ne bo çareseriya pirsa Kurdan e
Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê