Artêşa Amerîkayê li Iraqê operasyonek li dijî DAIŞê dide destpê kirin

Ajansa Associated Press bi zimanê berpirsên Amerîkî ve ragehand, ku artêşa Amerîkayê operasyonek li dijî DAIŞê li Iraqê dide destpê kirin.

Navenda Nûçeyan- Herwaha rojnameya New York Times a Amerîkî raportekî heman derbarê de belav kir, biryara destpê kirina operasyona Amerîkayê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, di demekî de ye ku alîyên şîe li Parlamentoya Iraqê, bê beşdarbûna fraksîyonên kurd û sunne biryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dan.

Amerîka cudayî biryara destpê kirina operasyona li dijî DAIŞê, herwaha amadekarî bo destpê kirina perwerde û rahênan kirina leşkerên Iraqê dike.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis ji alîyê Amerîkayê ve, Parlamentoya Iraqê bi hegomanya şîe ve proje biryarek pejirand ku di wê de hêzên bîyanî li Iraqê derxînin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist