Armen Sarkîsyan, Serokomarê Ermenistanê îstifa kiriye

.

Sarkîsyan destnîşan kiriye ku ew weke serokomar xwediyê wê hêza qanûnî nîne ku pirsgirêkên derveyî û navxweyî çareser bike. Her weha Sarkisyan diyar kiriye ku hin komên siyasî ew û malbatî kirine hedef.

Armen Sarkîsyan, Serokomarê Ermenistanê aşkere kiriye ku wî ji wezîfeyê îstifa kiriye.

Li gorî nûçeya AAyê Sarkisyan di daxuyaniya xwe ya niviskî de diyar kiriye kul i welatê wî hin pirsgirêkên siyasî hene û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan di destê wî de amûrên pêwîst nîne.

Sarkisyan destnîşan kiriye ku ew weke serokomar xwediyê wê hêza qanûnî nîne ku pirsgirêkên derveyî û navxweyî çareser bike. Her weha Sarkisyan diyar kiriye ku hin komên siyasî ew û malbata wî kirine hedef.

Sarkîsyan daye xuyakirin ku rewşa wî ya tenduristiyê jî ji ber van sedeman neyînî bi bandor bûye û gotiye, "Ez demeke dirêj fikirîm û piştî 4 salan min biryar da ku dest ji serokomariyê berd im. Ev biryar ne bi hestyarî, di çarçoveya mantiqekî de hatiye girtin."

Sarkisyan di sala 2018an de weke serokomar hatibû hilbijartin, dema wezîfeya wî di 2025an de bi dawî dibû

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye