“Aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendîya Iraq û civaka navdewletî de ye”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison behsa alozîyên navbera Îran û Amerîka û rewşa Iraqê kirin.

Navenda Nûçeyan- Şeva bûrî Wezîrê Dewletê yê Brîtanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison telefona Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di wê pêwendîya telefonî de Murrison spasîya Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir ji ber hewlên wî yên aramkirina alozîyên ku di navbera Îran û Amerîka û Iraqê de derketine.

Wî wezîrê Brîtanî pêbendbûna welatê xwe bi aramî û serwerîya Iraqê jî nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji wezîrê Brîtanî re got ku Hikûmeta Kurdistanê li ser hewlên xwe yên bo aramkirina rewşê berdewam e û têkestî li ser girîngîya berdewambûna alîkarî û piştevanîya hevpeymanîya navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir di şerê DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendîya Iraq û civaka navdewletî de ye û têkestî li ser parastina mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û hêvîya xwe anî ziman ku hikûmeta federal ya Iraqê hurmeta mafên Destûrî yên Kurdistanê bigire.

 

K24

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.