Antony Blinken:Amerîka ji rewşa Efxanistanê nîgeran e

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; derbarê rûdanên serbazî yên li Efxanistanê Amerîka nîgeran e.

Antony Blinken diyar kir; tundiya ku çekdarên Talîbanê peyrew dikin, cihê nîgeraniyê ye û nîşaneyeke zelal e ji bo dîtina siberoja Efxanistanê.

Blinken destnîşan kir ku li herêma Rojhilata Navîn, yekane rêya aştiyê diyalog e û li ser hemû aliyan pêwîst e ku vê pêngavê bişopînin.

Cihê behsê ye piştî vekişîna hêzên NATOyê û Amerîkayê rêxistina Talîbanê êrîşên xwe beramber hêzên serbazî yên hikûmeta Efxanistanê tûnd kirine û ji Talîbanê ji %85ê xaka Talîbanê kontrol kiriye.

Herwiha bi hezaran efxanî ji ber şerê Talîban û hikûmetê direvin û penaberî welatên weke Îran, Pakistan û Tirkiyê dibin.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene