Antony Blinken: Yekrêziya Kurdan ji bo me girîng e

.

 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku welatî wî hevkariyeke hevbeş a dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye.

Blinken herwiha got ku ji bo wan girîng e Kurd yekdeng û yekrêz bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vexwandineke fermî, duh gihîştibû Washingtona paytexta Amerîkayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeya ligel wî pêşwazî kir.

Antony Blinken berî dest bi civînê bikin ragihand ku Amerîka hevkariyeke wê ya hevbeş a dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye û got:

“Amerîka li ser berdewamiya hevpariya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê rijd e û di piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.”

Blinken tekez kir ku welatî wî û Herêma Kurdistanê bi hev re di gelek qonax derbas kirine û got:

“Ji bo Amerîkayê giring e ku Herêma Kurdistanê serkeftî be û gelê Kurd yekdeng û yekrêz be.”

Li aliyê din Mesrûr Barzanî jî kêfxweşiya xwe jî ji bo piştevaniya Amerîkayê nîşan da û got ku Herêma Kurdistanê şanaz e ku xwe wek hevpara Amerîkayê dibîne.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku armanca wan ji vê civînê gotûbêjkirina kêşe û pêşhatên Êraq û herêmê û pêwendiyên dualî ne.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest