Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e

.

 Bi pêşengiya Serok Barzanî, gera yekê ya merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Hewlêrê bi rê ve diçin.

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher îro (Sêşem, 22.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Di Roja Nimêja Niştîmanî de, em dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku li Kurdistanê pêkvejiyan heye û hemî bi hev re rûbirûyî terorê û diktatoriyê bûne.”

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Sedema wê pêkvejiyana aştiyane ya ku li Kurdistanê heye Serok Barzanî ye, ji ber ku bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e.”

Merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Hewlêrê sibe (Çarşem, 23.04.2025) bi rê ve diçin, û Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend kesatiyên din ên Îraqî û cîhanî tevlî wê dibin û gotaran pêşkêş dikin.

Roja Nimêja Niştîmanî rojek e ji bo rêzgirtin û bîranîna pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhate û olên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê. Ev sala yekê ye li Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe û dibe edetekî salan e.

Her sal ev merasîmên olî li welatên din ên cîhanê jî bi rê ve diçin, lê li Herêma Kurdistanê dê cuda be, ji ber ku bawerdar û dûkeftiyên hemî olan tevlî wê dibin, ku li welatên din tenê dûkeftiyên yek olî tevlî wê dibin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê