Amnesty International amarek nû li ser kuştîyên xwepêşandanên Îranê belav kir

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) amarek nû li ser kuştîyên xwepêşandanên Îranê ragihand.

Navenda Nûçeyan- Nêzîkî du hefte bi ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bûye lê hîn amar û agahîyên rast û durist li ser hejmara kuştî, birîndar û girtîyan, çi ji alîyê hikûmeta Îranê ve çi jî ji alîyê dezgehên mafên mirov ve, nehatine belavkirin.

Rêxistina Amnesty International jî duhî çaremîn raport û amara xwe li ser kuştîyên xwepêşandanên Îranê belav kir.

Li gorî raporta nû ya wê dezgeha navdewletî, di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 208 kes hatine kuştin, lê dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir be jî.

Amnesty International di yekemîn amara xwe de gotibû 106 kes hatine kuştin, di raporta duyem de gotibû 143 kes hatine kuştin û di ya sêyem de jî gotibû 161 kuştî hene.

Li gorî agahîyên Amnesty International, berpirsên hikûmeta Îranê malbatên kuştîyan tehdîd kirine ku nabe ji raya giştî re behsa kuştîyên xwe bikin û ji wan re merasimên şînê li dar bixin.

Di raporta wê rêxistina mafên mirov de hatîye gotin jî ku berpirsên hikûmeta Îranê li hember teslîmkirina termê kuştîyan, dirav wergirtine!

Malpera nêzîkî serokwezîrê berê yê Îranê Mîr Husên Mûsevî, Kaleme jî berîya niha ragihandibû, di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 366 kes hatine kuştin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist