Amerîkayî Hevpeyman û dostên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyerên li Iraqê û dorpêçkirina Balyozxana Amerîka li Bexdayê daxûyanîyek ji bo raya giştî ragihand.

Navenda Nûçeyan- Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyerên li Iraqê û dorpêçkirina Balyozxana Amerîka li Bexdayê daxûyanîyek ji bo raya giştî ragihand.

Daxûyanîya serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Kombûn û xwenîşandanên sivîlane mafekê destûrî ye, lê bekarhînana tudûtîjîyê û êrişkirin reftarên naberpirsane yên bi armanckirina balyozxane û şande yên dîplomatan pêşhateka metrsîdare, bi nîgeranîyeka kûr li bûyerên vê dawîyê û hêrişkirine ser balyozxane ya Amerîkayê li Bexda em dinerîn ku kareke bi temamî nayê qebulkirin û tê redkirin û berjewendîyên Iraqê dixe metirsîyê de.

Amerîkayî Hevpeyman û dostên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û hevbeşekî sereke bûn di rizgarkirina Iraqê û serkeftin bi ser teroristên El Qaîde û DAIŞê de. Bo berengarbûna metirsîyên terorê û parastina berjewendîyan, hîn Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştîvanî û hevkarîya Amerîka û Hevpeymanên Nêvdewletî heye.

Şande yên welatan û dîplomatkaran mihvênên Îraqê ne û divê parzatî û rêzlêgirtî bin. Daxwaz ji alîyên berpirs dikîn erkên xwe ji paraztina wan cîbicî bikin û rê nedin hêrişî balyozxane, sazî û şande yên deplomat bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.01.2020

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin