Amerîkayê rê neda polîsê Rûsyayê nêzîkî derîyê Sêmalka bibe

Artêşa Amerîkayê rêgirî li hêzeke polîsê leşkerî yê Rûsyayê kir, ku dixwestin li derîyê navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nêzîk bibin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrîyê ya Mafê Mirovan ragehand, duh 22.01.2020ê hêzeke polîsê leşkerî yê Rûsyayê li gel wesayîteke Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD)ê ji Rojavayê Kurdistanê ve xwestin ber bi derîyê Sêmalka ve biçin ku ew derî dikeve navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê.

Li gor Rewangeha Sûrîyê aşkera kir, artêşa Amerîkayê li derbenda gundê Çilaxa rêgirî li wê hêza Rûsyayê kir û rê nedan wan ber bi derîyê Sêmalka ve biçin.

Basnews

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist