Amerîkayê êrîşên esmanî li Iraqê pêkanîn

Îro, 13.03.2020ê, berê sibehê artêşa Iraqê bi beyanameyekî ragehand, Amerîkayê êrîşên esmanî li ser çar pêgehên Heşdî Şeibî, Polîs û artêşa Iraqê pêkanîye.

Navenda Nûçeyan - Di wê beyannameyê de hatîye ragehandin û televzyona fermî belav kirîye, ku ew pêgehên bûne armanca êrişên Amerîkayê, yek li Necefe û sêyên din jî dikevin başûrê Bexdayê.

Herweha Şaneya Ragehandinê ya Ewlekarîyê di tiwîtekê de ragehandîye, demjimêr 01:15ê, berî sidehê, Amerîka li deverên (Cerfilnesir, Museyîb, Necef û Eskenderîye) hêrişên asmanî kirîne ser ser baregehên Heşdî Şeibî û Fewcên tengavîya û Komandoyên Firqeya 19 ya artêşa Iraqê kirine.

Ji alîyê xwe ve jî, berpirsekê Iraqî got: Yek ji wan bombebaranên asmanî yên Amerîkayê firokexaneyeka nû dihête çêkirin, kirîye armanc li bajarê Kerbela û tekez jî kir ku avahîya firokexaneyê; ber wê burdumanê ketîye.

Pişt wan hêrişan jî, hinek nûçe hebûn ku balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk li navenda Bexdayê bûye armanca dû mûşekên Katoşa.

Li gor beyanameyeka wezareta berevanîya Amerîkayê jî, firokeyên wan 5 embarên teqemenî û bingehên çekdarên Hizbullaha Iraqê li Babil, Bexda, Kerbela û Enbarê bombebaran kirîne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist