AMERÎKAYÊ DU ÇEKDARÊN DAIŞ'Ê LI SÛRIYÊ KUŞTIN

.

Du çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Amerîkayê ragihandin, wan di operasyona 19 mehê de li parêzgeha Idlibê du çekdarên DAIŞê kuştine. 

Du çavkaniyên lekşerî yên Hêzên Amerîkayê ji televîziyona FOXNews re ragihandine, hêzên Amerîkayê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundawarên bakur û rojhilatê parêzgeha  Idlibê du çekdarên DAIŞ'ê kuştine û gotine ,ew çekdarên ku hatine kuştin, yek ji wan xwe amade dikir di dema pêş de bibe Emîrê Rêxistina DAIŞ'ê.

Her du çavkanî ji kanala FOXNews eşkere kirine ,ew her du çekdarên ku hatine kuştin, plan dikirin bi awayekî çalak li Sûriyê û Iraqê çalakiyên terorîstî, li dijî hêzên Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên xwecîhî encam bidin. 

Derbarê ziyanên madî û canî de her du çavkaniyên leşkerî yên hêzên Amerîkayê dane zanîn, di pêvajoya encamdana operasyonê de Hêzên Amerîka û Hevpeymanan ti ziyan nedîtine û ti zirar jî negihiştiye şêniyên wê navçê ya ku lê ew operasyon hatiye encamdan.

Siyaset Haberleri

Serokwezîr Barzanî li ser pevçûnên li Silêmaniyê daxuyaniyek da
Di şerê Silêmaniyê de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da
Saziyên Zimanê Kurdî: Ev helwesta înkarê ye
Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket
Hejmareke DAIŞiyên tawanbarên komkujiyên Êzidiyan bi lêborîneke giştî hatine berdan