Amerîkayê du berpirsên Îranî xist lîsteya reş  

.

Wezareta Derve ya Amerîka du karmendên Îranê jiber êşkence û hin binpêkirinên din yên mafên mirovan xistin lîsteya reş.


Wezîrê Dervê yê Amerîka Anthony Blinken dîyar kir ku wan her du karmendên girêdayî sipaha pasdarên şoreşa îslamî ya Îranê di ser girtîyên sîyasî û hin kesên din yên hatine desteserkirin re êşkence kirine û cezayên giran yên dijî mirovahîyê dane.


Ew toleyên Amerîka li van rojên ku Washington, Tehranê ji nû ve vedixwîne peymana atomî ya sala 2015an, rast tê.
Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018an de ji peymanê vekişandibû.


Blinken dîyar kir ku ewê binpêkirina mafên mirovan yên li Îranê bişopînin û hesabê wan bipirsin.


Bi toleyên dawî re Elî Hîmmetî û Mesud Sefderî û kesên ji malbata wan dê nikaribin derbazî Amerîka bibin.
Rêvebirîya Biden dîyar kiribû ku ew bo peymana atomî hazir in ku bi Îranê re bicivin.


Îran dibêje ku bo ew li peymana atomî vegerin divê Amerîka toleyan sist bike, lê Washington jî dixwaze ku Tehran berê li gor peymanê tevbigere.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Karên Navxwe: Komên girêdayî Heşdî Şebiyê êrişan pêk tînin
Îraq: Li herêmên nakok ti liv û tevgerên neasayî nînin
Rojhilat | Bêyî biryara dadger 9 Kurd hatin girtin
Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin