Amerîkayê Di Derbarê 14 Bajarên Bakurê Kurdistanê De Hişyarî Da

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana çend parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê nekin û sedema wê yekê vegerandiye bo hebûna alozî û kêşeyên ewlehiyê.

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku serdana çend parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê nekin û sedema wê yekê vegerandiye bo hebûna alozî û kêşeyên ewlehiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke fermî de ku li ser malpera wê wezaretê hatiye belavkirin, di derbarê serdana çend bajarên Bakurê Kurdistanê, hişyarî daye welatiyên xwe û daxwaz ji wan kiriye, ku di dema serdana wan cihan de haydar bin.

Li gor daxuyaniyê, welatiyên Amerîkayê ji bo serdana parêzgehên Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Entab, Colemêrg, Hatay, Kilîs, Mêrdîn. Riha, Sêrt, Şirnex, Dersim û Wanê, divê gelek haydar bin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, sedema derxistina vê hişyariyê vegerandiye bo aloziyên li herêmê û kêşeyên ewlehiyê.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Amerîkayê hatiye kirin, ku berî serdana wan cihan, aliyên pêwnedîdar ên Amerîkayê haydar bikin û rêpêdanê werbigrin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha amaje bi rewşa ewlehiyê ya ser sînorêên Tirkiye, Sûriye û Iraqê kiriye daxwaz ji welatiyên xwe kiriye, ku serdana navçeyên sînorî nekin

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir