Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin

.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, karwaneke ji 25 barhilgirên çek û kelûpelên nû pêk dihat, bir baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Hesekê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletê ya li Dijî DAIŞê çek û teqemenî û pêdawîstiyên lojestîk bi 25 barhilgiran, gihandin baregeha xwe li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di nav wî karwanê de, tankerên sûtemeniyê û sindoqên girtî û madeyên lojestîk bi rêya Deriyê Sînor ê El-Welîdê ji aliyê Herêma Kurdistanê, derbasî Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû.

Êvara Înê jî, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balefireke bar ji pêdawîstiyên lojestîk, leşkerî û çek û teqemeniyan gihande baregeha Xerab el-Ebidê ya Rimêlanê.

Berî bi hefteyekê jî karwaneke ku ji 40 barhilgiran pêk dihat, gihîştibû baregeha leşkerî ya navçeya Şedadiyê ya Hesekê.

Di nav karwanê de wesayîtên bizirx ên tîpa "Bradley"ê jî hebûn ku leşkerên Amerîkayê tê de bûn.

Hebûna Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê di Çiriya Peşîna 2019an de dema ku êrişên Tirkiyeyê dest pê kir, baregehên xwe yên li herêmê vala kiribû û li dora sehayên neftê bi cih bûbû..

Hêzên Amerîkayê ku piştgiriya  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike, di halê hazir de li  li bajarên Hesekê, Reqa û Dêrezorê li herêmên bin Rêveberiya Xweser de li gelek baregeh û cihên leşkerî hebûna xwe didomîne.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin