Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Demildest ji Îraqê derkevin

.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hişyariyeke ewlehiyê ya lezgîn da welatiyên xwe û daxwaz kir ku ji ber "têkçûna rewşa ewlehiyê" demildest ji Îraqê derkevin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro (26ê Adara 2026an) di daxuyaniyekê de ragihand:

"Em daxwazê ji hemû welatiyên Amerîkayê dikin ku di dema herî zû de ji Îraqê derkevin.

Ev yek jî ji ber wan êrişên berfireh e ku ji aliyê komên çekdar ve li ser berjewendiyên Amerîkayê li deverên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê tên kirin."

"Şirket û balafirgeh tên hedefgirtin"

Li gorî daxuyaniyê, di çend rojên borî de komên çekdar gelek cihên pêwendîdarî Amerîkayê kirine armanc.

Di nav van cihan de balyozxane, şirket, binesaziya enerjiyê, balafirgeh û ew hotel hene ku biyanî li wan dimînin.

Balyozxaneya Amerîkayê hişyarî da ku "metirsiya mûşek û dronan li asmanê Îraqê hîn jî di asteke bilind de ye."

Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber têkçûna rewşê, niha asmanê Îraqê li ber geştên bazirganiyê hatiye girtin.

Derketina bi rêya bejahî

Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku bi rêya sînorên bejayî yên Urdin, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Kuweytê welêt biterikînin.

Lê balyozxaneyê pêşbînî kir ku dê li wan deriyan qelebalixî û derengketineke zêde hebe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku dê nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê vekirî bin lê ji ber gefên ewlehiyê "nabe welatî ji bo ti karî berê xwe bidin Balyozxaneya li Bexdayê yan Konsulxaneya li Hewlêrê."

Balyozxaneya Amerîkayê diyar kir ku parastina canê welatiyên Amerîkayê "karê pêşî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ye."

Her wiha daxwaz ji Amerîkiyan hat kirin ku van tiştan bikin:

Navê xwe di bernameya STEPê de tomar bikin.

Pêwendiya wan a berdewam bi kes û karên wan re hebe.

Pêdiviyên hawarçûnê yên lezgîn li cem xwe amade bikin.

Baldar bin û mekevin xefika wan kesên ku bi navê alîkariyê hewl didin xapandinê bikin û xwe wekî karmendên balyozxaneyê didin nasîn.

Siyaset Haberleri

Dron li tankera Tirkiyeyê ket
Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin
Tirkiyeyê leşkerên xwe yên li Bexdayê vekişandin
Balyozxaneya Tirkiyeyê hişyariyeke tund da welatiyên xwe li Iraqê
Îsraîl: Me Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran kuşt