Amerîkayê 8 balafirên F-35 ên Tirkîyê da artêşa xwe

Amerîka 8 ji wan balafirên şer ên F-35 ku ji bo Tirkîyê hatine dirustkirin, radestî Hêzên Esmanî yên artêşa xwe kir. Senata Amerîkayê jî desthilat daye Hêza Esmanî ya welatê xwe ku heşt balafirên ji bo Tirkîyê hatine berhemanîn, veguhêze.

Medyaya Amerîkayê li ser navê berpirsên Pentagonê ragihandine, piştî dûrxistina Tirkîyê ji programa kirîna wan balafirên şer, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, Pentagonê biryar daye 8 ji wan balafiran nede Tirkîyê û ew balafir radestî artêşa Amerîkayê hatine kirin.

Malpera Yeni Şafakê jî ragihandîye, 8 balafirên F-35A Lightning II ku li Amerîkayê bo Tirkîyê hatibûn çêkirin, radestî Hêzên Esmanî yên Amerîkayê hatine kirin.

Tirkîyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê heye, lê belê ji ber kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendîyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkîye ji wê programê hatîye dûrxsitin.

Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî.

Kompanîya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, heftîya bihorî navê Tirkîyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê derxistibû.

Li alîyekê din, çarenivîsa 6 balafirên din ên F-35 ku pêştir bo Tirkîyê hatibûn berhemanîn û ketibûn di bin mulkîyeta wî welatî de, lê belê her li Amerîkayê mabûn û hêj radestî Enqerê nehatine kirin, ne dîyar e.

Tirkîye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 de ye û hin parçeyên wê balafirê ji alîyê wî welatî ve tên çêkirin.

Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevanîya esmanî ye, peywendîyên Amerîka û Tirkîyê gelek aloz bûne.

 

Siyaset Haberleri

Baroya Colemêrgê ji bo parastina Denîz Undav rabû ser pêyan
The Guardian: Îsraîl beşdariya Tirkiyeyê di hêza ewlekariyê ya Xezeyê de red dike
Hêmin Hewramî: Federalî li Iraqê têk çûye
Serokê Amedsporê: Em ê li ser nivîsa bi kurdî berdewam bin
ÎHD: Bila zextên li ser Dêrsimê bi lez bi dawî bibin