Amerîka: Ya herî baş ev e ku pêşnûmeya cezakirinê niha nekeve rojevê.

Serokê Komîteya Têkilîyên Derve ya Senatoya Amerîkayê, Jim Risch û senator Lindsey Graham ku herdu jî senatorên komarîyan in, derbarê sepandina cezayan bi ser Tirkîyê de daxuyanî dan.

Navenda Nûçeyan- Jim Risch ragihand, niha ya herî baş ev e ku pêşnûmeya cezakirinê neyê qebûlkirin, lê belê senator Lindsey Graham ragihand, eger di warê herdu mijarên sîstema S-400 a Rûsî û navçeya aram de çareserî neyên dîtin, cezakirina Tirkîyê ji alîyê Amerîkayê ve dikeve rojevê.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Serokê Komîteya Têkilîyên Derve ya Senatoya Amerîkayê, Jim Risch di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragihandiye, “ya herî baş ev e ku pêşnûmeya cezakirinê niha nekeve rojevê.”

Jim Risch diyar kirîye, “Amerîka naxwaze têkilîya bi Tirkîyê re xirab bike, lê firotina çekan bi vî awayî jî berdewam nabe.”

Li ser gotina hin endamên Kongrêsê ku gotine, “pêwîst e di danûstandinan de tund bin”, Jim Risch daye xuyakirin, ku danûstandin bi awayekî ciddî “çareserker in”, û eger Serokomarê Tirkîyê li ser wergirtina sîstema S-400 berdewam be, dê bi awayekî ciddî ceza bi ser wî welatî de bêne sepandin.

Herwiha senatorê navdarê komarîyan, Lindsey Graham jî ku di civîna navbera Trump û Erdogan de amade bûbû, tekezî li ser sepandina cezayan bi ser Tirkîyê de kirîye, eger ku ji bo mijarên S-400 û navçeya aram çareserî neyên dîtin.

Graham dîyar kirîye, di egereke wiha de ew dê pêşnûmeya sepandina cezayan li dijî Tirkîyê bişînin Senatoyê û bi gotina wî, ew pêşnûme dê li Senatoyê 95 dengan bi dest bixe û dê derbeyeke mezin li têkilîyên Waşingotn-Enqerê bide.

Senator Grahaham destnîşan kirîye: Ez bi hêvî me ku ev yek rû nede, lê belê ev girêdayî wan (Tirkîyê) e.

 

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê