Amerîka û Rûsya dijî şermezarkirina Tirkîyê ne

Encûmena Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.

 

Navenda Nûçeyan- Encûmena Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.

Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka û Rûsya ew daxwaz red kirin.

Amerîka û Rûsya, bi vê redkirinê cara pêşî ye ku li Encûmena Ewlekarî ya NYyê bo Sûrîyê de heman helwestê werdigirin.

Piştî civînê, nûnerên Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Brîtanya û Polonya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Endamên Ewrupî yên civatê dîyar kirin ku operasyona Tirkîyê fikaran çêdike û bang wî welatî kirin ku operasyonên xwe bi dawî bike.

Çavkanî: BasNews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist