Amerîka: Tirkiye azadî û demokrasiyê sînordar dike

.

 Wezareta Derve ya Amerîka rexne li Tirkiyê digire û tekez dike ku Tirkiyê azadiya raderbirîn û demokrasiyê sînordar dike.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand: Ew bûyerên li parlemana Tirkiyê dişopênin di nav de gavên jê standina bawerî û parêzbendiya parlemanter Omer Farûq Gergerlîuglu.

Wezareta Derve ya Amerîka herweha behsa wê yekê dike ku ew çavdêriya karên girtina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) dikin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ve hatiye belavkirin, ew biryarek e ku dê îradeya dengderên Tirkiyê asteng bike û ziyanê bigihîne demokrasiyê li Tirkiyê. Dê bi milyonan dengder ji mafê hilbijartina nûnerên xwe bêpar bike.

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike ku rêzê li Azadiya Raderbirînê bigre ku di destûra Tirkiyê de hatiye gerentîkirin.

Ev yek di demekê de ye ku duh li parlamentoya Tirkiyê, parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.

Herwiha duh Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê, bi daxwaza girtina HDPê doz li Dadgeha Bilind vekiribû.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin