Amerîka, Rûsya bi Kuştina Leşkerên Tirk Tawanbar Dike

Amerîka ser kuştina leşkerên Tirk yên li Îdlibê, Rûsya cara pêşî bi awayekî eşkere tawanbar kir.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku ew bawer dikin ku Rûsya bi operasyonên leşkerî bi dehan leşkerên Tirk kuştine.

Pompeo da zanîn ku ew ligel Tirkîyê ne û bo bidawîkirina girjîya li Îdlib û Sûrîyê ser tedbîrên berfireh dixebitin.

Wî bi berdewamî got ku wan jiber şikandina agirbesta li Sûrîyê, dijî wezîrê berevanî yê wî welatî Alî Eyub tole ragihandine.

Tirkîyê, meha borî ser kuştina 34 leşkerên wê hêzên hikûmeta Sûrîyê tawanbar kiribû.

Rûsya piştgirîya dide hêzên hikûmeta Sûrîyê û li alîyê din Tirkîye alîkarîya serhildayên Sûrî dike.

Ser gurbûna girjîya di navbera Tirkîye û Sûrîyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 5’ê Adarê de li Moskowê kom bûbûn û bo agirbesta Îdlibê li hev kiribûn.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be