Amerîka Referanduma Rûsya bi Tundî Rexne Dike

Amerîka, referanduma Rûsya ya ser guherandina qanûna bingehîn, ku rê da serokê wî welatî Vladimir Putin ku heta 2036’an li desthilatê be, bi tundî rexne kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku hewildanên hikûmeta Rûs ya ser ‘’manîpulekirina encamên referandumê’’ fikaran çêdike.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus da zanîn ku bi guherandina qanûna bingehîn ya Rûsya re ‘’fikareke taybet’’ çêbûye.

Xanim Ortagus ku dîyar kir ku li welatên ku lê qonaxên azad û adil tune ne, kesên li desthilatê bi guherandina qanûnê demên xwe dirêj dikin û Amerîka jî dijî vê yekê ye.

Li gor agahîyên fermî yên Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsya 65 ji sedê beşdarê hilbijêran beşdarî referandumê bûne û 77,9 ji sedê wan guherandina qanûnê pejirandine.

Putin ji 2000’î vir ve li desthilatê ye û dema wî ya kar di 2024’an de bi dawî dibû. Bi encamên referandumê re Putin dê karibe heta 2036’an li desthilatê be.

Dengê Amerika

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist