Amerîka: Plana me nîne leşkeran li ser sînorê Tirkîye-Sûrîyê bicîh bikin

Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley ragihand ku planeke wan a wiha nîne careke din li Sûrîyê leşkeran ‎li herêmên nêzîkê sînorê Tirkîyê bicih bikin.‎

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper û serokerkanê Amerîkayê General Mark Milley li Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê derbarê budçeya berevanîyê ya 2021ê de bersiva pirsan dan.

Derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de li Sûrîyê, Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, ragihand ku berî êrîşa Tirkîyê bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê, leşkerên wan ji herêmê vekişîya ne û ligel destpêkirina êrîşê leşkerên nêzîkê sînor bo rojhilat hatine veguhestin.

Milley got: “Erkê me yê li Sûrîyê neguherîye. Erkê me, li rojhilatê Sûrîyê şerê dijî DAIŞê ye. Herwiha ti plan û nêteke me ya wiha nîne careke din leşkeran li ser sînorê navbera Tirkîye-Sûrîyê bicih bikin.”

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper jî da zanîn ku armanca Amerîkayê li Sûrîyê ew e li navçeyên petrolê careke din DAIŞ zindî nebe û got: “Di qonaxa niha de egereke wiha naxuyê leşkeran bişînin herêma ser sînor.”

 

Amerîka Haberleri

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû