Amerîka: Muafiyeta Îranê ya şandina enerjiyê 8ê Adarê diqede

Amerîka: Muafiyeta Îranê ya şandina enerjiyê 8ê Adarê diqede

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku muafiyeta şandina gaz û karebaya Îranê ya ji Îraqê re dê 8ê Adarê biqede.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde bersivand.

Wê diyar kir ku di helwesta Amerîkayê de ti guherîn çênebûye û dê 8ê Adarê muafiyeta sizayên li ser şandina enerjiyê Îranê biqede û got:

"Niha, em li ser muafiyeta şandina karebayê ti agahiya nû parve nakin ku dê 8ê Adarê bi dawî bibe."

Serokê Amerîkayê Donald Trump meha borî ji bo rakirina vê muafiyetê piştrastnameyeke serokatiyê îmze kiribû.

“Em ji hikûmeta Îraqê dixwazin girêdana xwe ya bi çavkaniyên Îranê ve bibire”

Bruceyê bi rêya Rûdawê peyamek da Îraqê jî û got:

"Li gorî talîmata Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, dê aliyên aborî û darayî yên sizayên li hemberî Îranê ji nû ve bên nirxandin.

Em ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku di dema herî zû de girêdana xwe ya bi çavkaniyên enerjiyê yên Îranê ve bibire.

Em ji soza Serokwezîrê Îraqê ya ji bo bidestxistina serxwebûna enerjiyê memnûn in."

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc