Amerîka: Me Tirkîyê hişyar kir!

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku wan, bo Rojhilata Firatê, hişyarî daye Tirkîyeyê.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlûd Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di merasîma 70emîn salvegera damezirandina NATOyê da hevdîtinek pêk anîn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî hevdîtin ragihand ku Pompeo piştevaniya Amerîkayê bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên li herêmê nîşan daye û herwiha hişyarî daye Tirkiyê ku ji aliyê leşkerî ve midexaleyê rojhilata bakurê Sûriyê bike.

Pompeo destnîşan kir ku eger Tirkiyê êrişî rojhilata bakurê Sûriyê bike ew dê bibe sedam wêrankarieyeke mezin.

Di daxuyanîyê da herwiha hat gotin, Pompeoyî hewl daye ku Tirkîye dest ji kirrîna S-400an vekişîne û li ser girtîyên welatîyên Amerîkayê li Tirkîyeyê jî gotûbej hatiye kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist