Amerîka li ser operasyoneka nû li dijî Rojava hişyarî da Tirkiyê

.

Wezareta Derve ya Amerîka hişyarî da Tirkiyê û ragehand, her êriş û operasyonek li dijî Rojavayê Kurdistanê dê ewlehiya serbazên wan û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê bixe metirsiyê.

Piştî ku serkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan gefa wê yekê xwar dê operasyonek din li dijî Rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin, berdevkê wezareta derve ya Amerîka Ned Price bersiva wî da.

Ned Price hişyarî da Tirkiyê û ragehand, ew ji zêdebûna êriş û çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) û bandora wê li ser xelkê sivîl pir nîgeran in.

Price hişyarî da û got, her êriş û operasyoneka nû dê ewlehiya serbazên Amerîka û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê bixe metirsiyê ji ber wê jî bila agirbesta ku niha li wê deverê heye, were parastin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin