Navenda Çanda Kurdî (Kurdish Cultural Center) li Festîvala Skokieyê ya Li eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê çanda Kurdan da nasîn.
Li eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê, di navbera 17-18ê Gulanê de Festîvala Çandan a Skokieyê ya 2025an hat lidarxistin ku çandên cuda yên ji cîhanê anîn ba hev.
Navenda Çanda Kurdî (Kurdish Cultural Center) ku cara duyem beşdarî festîvalê bû, nûnertiya civaka Kurdan a li Amerîkayê kir û çanda dewlemend a Kurdan da nasîn.
Di çalakiya ku li bajarê Skokieyê hat lidarxistin de çanda Kurdî bi muzîk, govend, destkariyên hunerî û xwarinên herêmî ji mêvanan re hat pêşkêşkirin.
Nûnerên Navenda Çanda Kurdî di dirêjahiya festîvalê de bersiv da pirsên beşdaran ên ji Amerîka û welatên cuda.
Mêvanan li muzîka Kurdî guhdarî kir, li cil û bergên neteweyî yên Kurdan nerîn, xwarinên Kurdan tam kir û hinek jî tevlî govendê bûn.
“Festîval xwedî girîngiyeke mezin e”
Rayedarên Navenda Çanda Kurdî diyar kir ku festîval ji aliyê diyalog û hevgirtina çandî ve xwedî girîngiyeke mezin e.
Her wiha wan tekezî li ser wê yekê kir ku zêdekirina dîtbariya çanda Kurdî li diyasporayê, ji bo parastina nasnameya çandî û bîra civakî gelekî girîng e.
Berpirsên ku anîn zimên ku destpêkên hevkariya di navbera çandan de jî di çarçoveya festîvalê de hatine rojevê, diyar kirin ku ji bo pêşxistina projeyên hevpar bi nûnerên civatên din re dan û standin hatine meşandin.
“Nasandina çanda Kurdan ji bo me erkek e”
Nûnerên Navenda Çanda Kurdî got, "Nasandin û jiyandina çanda Kurdan li Amerîkayê ji bo me erkek e.
Çalakiyên bi vî rengî ne tenê ji bo nasandinê ne, di heman demê de derfetek in ji bo avakirina pirên di navbera çandan de.
Ji bo ku em vê mîrasê ji nifşên nû re bihêlin dê xebatên me bidomin.”