Amerîka jibo Krîza li Sûrîyê Wek Alîkarî 720 Mîlyon Dolarên Din Bide

Cîgirê Wezîr Derve yê Amerîka Stephen Biegun îro Pêncşemê ragihand ku ewê, wek bersîvdana krîza li Sûrîyê, pirtir ji 720 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin wî welatî.

Biegun, ev daxuyanî li New Yorkê di programeke taybet ya bin sîya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da.

Wî got ku ew dirav dê jibo Sûrîyên ku li hindurê welêt in û yên ku li seranser cîhanê, di rewşeke pir dijwar de ne, were bikaranîn.

Biegun herwiha da zanîn ku bi vê alîkarîya nû, dirava ku Amerîka ji destpêka krîza Sûrîyê vir ve daye, ji 12 mîlyar dolaran borîye.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir