Amerîka ji bo rûbirûbûna terorê alîkariya Pêşmergeyan dike

.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û Xizmetkariya Ewlehiya Diplomasî alîkariya hêzên Pêşmergeyan dikin, ji bo ku şiyaneke zêdetir ji bo rûbirûbûna terorê û parastina jêrxaneyan ji kiryarên teroristî û karesatên xwezayî hebe.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro (Duşem, 22.07.2024) parve kiriye, “Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û Xizmetkariya Ewlehiya Diplomasî rahênan bi 24 efserên zêrevaniyê kirine, taybet ji bo bilindkirina şiyanên wan ji bo rûbirûbûna terorê.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê herwesa ragehandiye, “Ew kors girêdayî parastina jêrxaneyan di demê rûdana karên terorsitî û karesatên xwezayî de bû.” Herwesa gotiye, “Efserên tevlîbûyî yên hêza Pêşmergeyan aşnayî avakirina hevpariya civakî û destnîşankirina pêşwextiya êrîşan û fêmkirina bandorên teqemeniyan bûn.”

Çavkaniya navbirî amaje jî daye, “Pişkdaran korsa xwe temam kir û Cîgirê Berpirsê Ewlehiya Herêmî ya Konsulxaneyê Michael Blease û Ferîq Ezîz Weysî gotara serekî ya ahenga derçûnê û bawername pêşkêşî efserên tevlîbûyî yên hêza Pêşmergeyan kirin.”

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir