Amerîka: Hewlên berdewam yên HSDê ji bo aramîya deverê girîng e

Wek bersîvek ji bo gefên vê dawîyê yên Recep Tayîb Erdoganî, hêza hevpişka operasyonên li dijî rêxistina DAÎŞê, tekez li ser giringîya rola HSDê li rojavayê Kurdistanê kir.

Wek bersivek bo gefên vê dawîyê yên serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoganî, hêza hevpişka opersyonên hevpişik li dijî rêxistina Daişê ji Hevpeymanîya Nêvdewletî tekez li ser giringîya rola Hêzên Surya Demokrat (HSD) li rojavayê Kurdistanê kir.

Ev hêza ser bi Hevpeymanîya Nêvdewletî di ragehandinekê de tekez dike ku hêzên wan bi hevpişkî li gel HSDyê karîne tenê di 4 mehên burî de 225 çekdarên Daişê bigirin, ji bilî  ku şîyane nêzîkî 2 ten teqmenî di dû mehên burî de pûç bikin û ji nav bibin.

Lîwa Îrîk Hêl, fermandeyê serbazî di hêzên asmanîyên Emerîkayê û rêveberê hêzên hevpişik di Hevpeymanîya Nêvdewletî de li dijî Daişê got: Hevabendên me berdewamin li ser operasyonên serbazîyên dijwar ji navbirna çekdarên Daişê û wê rêkxistîyê li bakura rojhilata Suriyê. Got jî:  hewlên berdewam yên HSDyê bo aramîya deverê giring û yek alîkerin.

Amaje bi wê yekê jî kir: bi van dawîyan HSDyê piştîvanî li rêkkevtina Emerîka û Tirkiyê kirîye derbarê mîkanîzma ewlehîyê, ev jî bi rê ya rakirina çeperan û dûrkirina çekên giran ji ser sinûrên Tirkyê.

Xuya jî kir: Hêj qeboyên ewlehîyê her mane, lê hevpeymanên me ji HSDyê  bo şikestina  yekcarkîya Daişê pêngavên rast û durist dihavêjin.

Ev yek jî piştî wê yekê dihêt ku Receb Teyîb Erdogan gefa wê yekê kiribû; heke Tirkiye bi rêya rêkevtinê li gel Emerîkayê kontirola devera aram neke, ew ê bi tenê operasyona serbazî li rojavayê Kurdistanê encam bide.

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be