Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan

.

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin diyaloga Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê.

Bi serperiştiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Yekîtiya Partiyên Neteweyî (PYNK) îro bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.

Di Konferansa Neteweyî de naveroka peymana di navbera PYNK û ENKSyê de dê bê xwendin.

Ev peyman piştî encama çend dan û standinên dûr û dirêj hatiye îmzekirin.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re li ser diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Wî berdevkî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, “Amerîka piştgiriya destpêkirina diyaloga di navbera Kurdan de dike û çavê wê li wê yekê ye ku pêşveçûna berdewam hebe.”

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve bibin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê