Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Em êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.” Amaje jî da, “Ew êrîş tenahiya Iraqê û paşeroja aborî ya wî welatî lawaz dikin.”
Tammy Bruce herwesa got, “Erkê Hikûmeta Iraqê parastina serweriya axa wê ye û wan êrîşan şîrketên biyanî kirine armanc, ku veberhênanê di paşeroja wî welatî de dikin.”
Berdevka navbirî herwesa ragihand, “Amerîka bi parastina hevparên xwe yên ku li Iraqê dixebitin pabend e û armanca wan gihandina feydeyî ye, ji ber ku Amerîka dixwaze ku Iraq welatekî xwedî serwerî û tena be.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê di derheqa Iraqê de jî amaje da, “Amerîka dê li ser şopandina rewşa Iraqê berdewam be, herçende ew karmendên balyozxaneya wan li Iraqê berdabû dê hêdî hêdî vegerin, lê ez daxwazê ji welatiyên Amerîkayî dikim ku serdana Iraqê nekin.
Tammy Bruce di derheqa rewşa Sûriyeyê de jî daxwaz kir ku, hemî alî bi diyalogê arêşeyên xwe çareser bikin. Herwesa got, “Em bizavê dikin ku rewşa Sûriyeyê aram bikin û em tundûtûjiyên Sûriyeyê şermezar dikin. Divê arêşe bi diyalogê bên çareserkirin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez jî kir, “Divê hemî alî bizavê bikin ku, aloziyan kêm bikin ji ber ku Trump bi Sûriyeyeke aram re ye.”