Amerîka: Em ji civîna Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî memnûn in

.

 Depertmana Kar û Barên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Amerîka ji civîna Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî memnûn e.”

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî 16ê vê mehê li Hewlêrê li hev civiyan.

“Amerîka memnûn e”

Depertmana Kar û Barên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê civînê daxuyaniyek da û got:

“Amerîka ji civîna di navbera Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya 16ê Kanûna Paşîn memnûn e.”

“Diyaloga di navbera Kurdan de dikare roleke girîng bilîze”

Di daxuyaniyê de qala girîngiya diyaloga di nav Kurdan de hat kirin û hat gotin:

“Diyaloga di navbera Kurdan de dikare roleke girîng di bipêşvebirina veguhastina siyasî ya lixwegir a li Sûriyeyê de bilîze.”

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye