Amerîka: Em ji biryara PDKyê dilgiran in

.

 Alîkarê Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got, “Em ji biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinan dilgiran in.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.

Alîkarê Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel derbarê vê biryarê ji Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Vedant Patel diyar kir ku ew dilgiraniyên Kurdan ên li hemberî biryarên Dadgeha Federal a Îraqê fêm dikin  û got:

“Bi nêrîna me boykotkirina hilbijartinan nakeve xizmeta berjewendiyên Herêma Kurdistanê û gelê Kurd û Îraqê bi giştî.

Em ji biryara PDKyê ya boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dilgiran in.”

Vedant Patel herwiha da zanîn ku ew piştevaniya hilbijartinekê dikin ku hemû alî tê de beşdar bibin û got:

“Em piştgiriyê didin hilbijartineke azad, dadmend, pêbawer û zelal.”

Vedant Patel derbarê rageşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê jî de got:

"Em bi şeweyekî berdewam pêwendiyana bi Hewlêr û Bexdayê derbarê mijarên berjewendiyên me yên hevbeş hene.”

Polîtbûroya PDKê îro bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê PDKyê di daxuyaniyekê de birniyê de gotibû:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Herwiha 15 partiyên Mesîhî û 10 partiyên Tirkmenan jî wekî bertek li dijî biryara nehiştina kursiyên pêkhateyan a Dadgeha Federal a Îraqê biryara boykotkirina hilbijartinan stendibûn.

Siyaset Haberleri

Berdevka Komisyona Îraqê: Me tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê rawestandin
Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir