Amerîka: Em ê têkiliyên xwe bi rejîma Esed re normal nekin

.

 Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre, li ser ku Yekîtiya Ereb biryarê da ku Sûriyê dagere bikeve nav Yekîtiya Ereb, di civîna çapemeniyê ya rojan de bersiva rojnamevanan da û li ser mijarê got:

“Em ji hevkarên xwe re aşkera dibêjin ku em ê têkiliyên xwe bi rejîma Esed re normal nekin û wê dorpêçên sepandî yên ser rejîmê her dewam bikin. Biryara Yekîtiya Ereb nayê wateya ku temamê endamên Yekîtiya Ereb, têkiliyên wan bi Sûriyê re normal bûne.

Em bi gumanin ku rejîma Sûriyê ji bo çareseriya pirsgirêkê pêngavan bavêje û em bi hevkarên xwe re ji bo hedefên dawiyê di heman fikrê de ne.”

Kurdistan Haberleri

Berxwedêra Rewşenbîr: Hûrî Alxas
Serokê Konfederasyona Kûracîkê: Memedalî Axikê
Ehmed Şera: Peywendiyên me yên aborî û ewlehiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelekî baş in
Brett McGurk: Ehmed Şer soz da ku mafên Kurdan têkevin destûrê
Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir