Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin hikûmeta Sûriyeyê

.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew rêze gavên nû diavêje da ku piştgiriyê bide avakirina "hikûmeteke bi bandor û aram" li Sûriyeyê û kapasîteya wê ya şerê li dijî komên terorîst, bi taybetî DAIŞê, zêde bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nûnerekî taybet ê nû ji bo herêmê hat destnîşankirin û gelek cezayên li ser welêt hatin rakirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand ku Balyoz Tom Barak wekî Nûnerê Taybet ê nû yê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê hatiye destnîşankirin.

Bruce tekez kir ku ev tayînkirin "nîşandanek girîng a pabendbûna me ya piştgiriya Sûriyeyê ye."

Bruce herwiha ragihand ku gaveke girîng hatiye avêtin da ku rê li ber piştgiriya herêmî ji bo hikûmeta nû were vekirin.

Bruce got, "Me gelek cezayên li ser Sûriyeyê rakirin da ku welatên din ên herêmê karibin alîkariya hikûmeta nû bikin."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist