Amerîka: Em dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê bişopînin

.

Matthew Miller got, “Karmendên me dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya Îraqê bişopînin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Em piştgiriyê didin hemû hewlan”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hilbijartinên azad û şefaf û li pey çû:

“Hilbijartin amrazeke girîng a demokrasiyê ye. Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo hilbijartinên azad, adil, şefaf, bê asteng û ku êdî taloq nebin.

Em dixwazin çalavanên civaka sivîl û medya ji bo wan mijarên ku ji bo şêniyên Herêma Kurdistanê girîng in piştgiriyê bidin dîskursa siyasî û hişyarkirina xelkê.”

“Em dê hilbijartinan bişopînin”

Matthew Miller destnîşan kir ku Amerîka dê hilbijartinan bişopîne û got:

“Em ji bo piştrasbûna ji amadehiyên hilbijartinê tim bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê û nûnerê Neteweyên Yekbûyî re di pêwendiyê de ne.

Karmendên me dê li navendên dengdanê hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya Îraqê bişopînin.

Em vî karî bi Neteweyên Yekbûyî û pisporên navneteweyî yên hilbijartinan re dikin.”

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin