Amerîka dorpêçên ser Tirkiyê ragihand

.

Bi sedema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema hewayî ya S-400 an kirîbû, Amerîka dorpêçan danî ser Tirkiyê û wan xal û xal ragihand. Li gor qanûna dorpêçan ya bi navê CAATSA yê ya Amerîkayê; serokê sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê ku bi wezareta bergiriyê ve girêdayiye İsmail Demir û 3 xebatkarên rêxistinê xistine lîsteya dorpêçan.

Li gor malpera wezareta xezînê ya Amerîkayê İsmail Demir, cîgirê serokê dezgeyê û hem serokê rêvebiriya Roketsanê Faruk Yiğit, di serokatiya sanayiya bergiriyê de ji daîra parastina hewayî û fezayî Serhat Gençooğlu û Mustafa Alper Deniz xistine nava lîsta dorpêçan.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî ragihandina biryarê weha got:

“Em bang li Tirkiyê dikin ku yekser mijara S-400 an bi Amerîkayê re di nava koordînasyonê de çareser bikin. Teknolojiya S-400an teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê û xebatkarên wê dixe nava talûkê. Me vê fikra xwe di asta bilind de gihandiye Tirkiyê.”

CAATSA ew qanûne ku ji 12 xalan pêk tê û eger meclisa Nûneran û Senatoya Amerîkayê biryara dorpêçan bide, serokê Amerîkayê mecbûre ji wan 12 xalan 5 ji wan bîne cîh.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist